Keştiya barhilgir ya bi bandral a Liberya li Hindistanê noqav bû

Keştiya barhilgir ya bi bandral a Liberya li Hindistanê noqav bû

PeyamaKurd – Li peravên Hindistanê, li Keralayê, keştiya barhilgir a konteyniran û petrolê ku bandrala wê Liberya ye, noqav bû. Berya noqava keştiyê, 24 muretebatên wê hatin rizgarkirin. Di keştiyê de 640 konteynir û 370 ton petrol hebû.

Hêzên deryayê yên Hindistanê li ser rûdanê daxwuyanî da û got keştiya bi bandrala Liberyayê ya konteyniran, li başûrê Hindistanê li peravên Keralayê noqav bûye.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku keştiya 184 metre dirêj ji lîmana Hindistanê ya bi navê Vizhinjamê diçû ber bi Koçiyê de.

Wezareta bergiriyê ya Hindistanê jî ragihand ku temamê muretebatên keştiyê 24 kesan rizgar kirine. Muretebat ji xelkê Gurcistanê, Rûsya, Ûkrayna û Fîlîpînêne û ji aliyê tîmên ewlehiya peravên Hindistanê de hatine rizgarkirin.

Di daxwuyaniya Hindistanê de hat ragihandin ku 640 konteynir di keştiyê de hebûne, ji wan konteyniran13 jê ‘kagroyên talûke’ne û di 12 konteyniran de madde ya Kalsiyum karbur hebûye.

Her weha di keştiyê de 370 ton petrol hebûye, sîstema ewlehiya peravên Hindistanê hatiye aktîfkirin û ji keştiyê heya niha ti petrol naherike nav deryayê.

Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.