Li bajarê Konya zilam jina xwe kuşt, xwe îxbar kir û li ser cesedê jina xwe sekinî

PeyamaKurd – Li bajarê Konyayê teknîsyenê komputerê İzzet Öner, jina xwe ya bi navê Nuran Öner a ku xwediyê 3 zarokan bû, bi kêrê li jina xwe xist, wê kuşt, li ser cesedê wê sekinî û xwe îxbar kir.
Bûyer seet di 18.00an de li navça Karatayê li taxa Araplarê qewimî. Li gor hat gotin; İzzet Öner li malê bi jina xwe re munaqeşe dike û wê bi kêrê dikuje. Paşî li 112an digere û polîs û tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê.
Di kontrolê de hat fêmkirin ku Nuran Öner jiyana xwe ji dest daye. Polîs İzzet Öner xist binçav û cesedê Nuran Öner şandin morga Tib a Edlî ya Konyayê bo otopsiyê.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.




