Ji Rûsya û Ukraynayê pevguhertina 3yem a dîlan: 303 kes hatin berdan

PeyamaKurd - Roja sêyem û dawî ya rêkeftina pevguhertinê ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de ku li Stenbolê hatibû kirin, temam bû.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê eşkere kir ku di çarçoveya rêkeftina ku li Stenbolê bi Ukraynayê re de hatiye kirin de, îro 25ê Gulanê di pevguhertina dîlan a sêyem de 303 dîlên herdu aliyan hatine berdan.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, îro di çarçoveya rêkeftinê de 303 dîlên herdu alîyan hatin pevguhertin û hat gotin: "Bi vî awayî, di çarçoveya rêkeftinên Rûsya-Ukraynayê yên ku 16ê Gulanê li Stenbolê hatin kirin, di navbera 23-25ê Gulanê de aliyan pevguhertineke dualî ya hezar dîlan pêk anî. Niha leşkerên Rûsî li ser erdê Komarê Belarûs in. Li vir alîkariya derûnî û bijîjkî ya pêwîst ji wan re tê kirin. Paşê wê ji bo dermankirin bo Rûsyayê bêne veguhestin û li nav saziyên tendurustiyê yên girêdayî Wezareta Parastinê werin tedawîkirin."
Qonaxê yekem a pevguhertina dîlan a di navbera Rûsya û Ukraynayê de roja Înê hatibû pêkanîn. 270 leşker û 120 sivîl vegeriyabûn Rûsyayê, li hember vê jî 270 leşker û 120 sivîlên Ukraynî hatibûn radestkirin. Di qonaxa duyem de ku duh hat pêkanîn, her du welatan 307 leşkerên xwe pevguhertin.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




