Ji Tirkiyeyê daxuyaniya Sûriyê

Ji Tirkiyeyê daxuyaniya Sûriyê

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî, derbarê rakirina cezayên ser Sûriyê ji aliyê Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê de daxuyanî da û got, ev cihê kêfxweşiyê ye.

Keçelî li ser medya civakî ragihand ku ew rakirina cezayên aborî ji alîyê Amerîka û YEyê ve bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got, “Ev sererastkirin ji bo hewlên îstiqrar û ewlehiya Sûriyeyê xwedî girîngiyeke krîtîk in.”

Herwiha Keçelî diyar kir, ew dê wekî Tirkiye piştevaniya pêşxistina sektora taybet û hevkariya karkirinê ji bo geşepêdana Sûriyeyê bidomînin û vê jî bi rêya welatên sêyemîn bikin.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.