Moskow û Kîevê bi dronan êrîşî hev kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî bihevguhertina dîlan di navbera Ukrayna-Rûsyayê de, êrîşên herdu aliyan ji nû ve dest pê kirin.
Li gorî zanyariyan li paytexta Ukraynayê dengê teqînan hat bihîstin û serokê rêveberiya leşkerî ya Kîevê hişyarî da ku wê şev ne hêsan be.
Berpirsên Rûsyayê jî ragihandin ku 12 dronên ku ber bi Moskowê ve difiriyan hatine şikandin.
Serokê Şaredariya Kîevê Vitali Klitschko got ku di êrîşa şeva borî ya Rûsyayê de herî kêm 10 kes birîndar bûne û hişyarî da xelkê ku di stargehan de bimînin.
Vitali Klitschko diyar kir, paytext "di bin êrîşê de ye" lê "sîstemên parastina hewayî kar dikin.”
Serokê Rêvebiriya Leşkerî ya Kîevê Timur Tkachenko got, "zêdetirî 12 dronên dijmin" li sînorê asmanî yê derdora paytextê bûn. Rayedarên Ukraynî dane zanîn ku hinek ji dronan hatine bêbandorkirin û bermahiyên dronan ketine ser avahiyeke sivîl.
Serokê Şaredariya Moskowê Sergey Sobyanin jî ragihand ku 12 dronên ku ber bi paytexta Rûsyayê ve difiriyan hatine pûçkirin.
Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.