Trump: “Wê êdî artêşa DYAye bi zora sîlih demokrasiyê nebe ti derekî dinyayê”

Trump: “Wê êdî artêşa DYAye bi zora sîlih demokrasiyê nebe ti derekî dinyayê”

PeyamaKurd – Serokê DYA (Amerîka)yê Donald Trump ragihand ku wê êdî artêşa DYAyê bi zora sîlih demokrasiyê nebe ti derekî dinyayê. Trump axaftina xwe di Akademiya Leşkerî ya West Pointê de di merasimekî de kir. Trump got:

“Wezîfa artêşa DYAyê ne ew e ku çanda welatên din ji bo biguherîne 'drag show' bike an bi zora sîlih demokrasiyê belav bike. Wezîfa artêşê tehdîdên li ser Amerîkayê kontrol bike û wan tehdîdan ji ortê rake. Piştî ez dageriyam Koşka Sipî artêşa Amerîkayê li seranserê dinyayê rêz jê re tê girtin.”

Trump got ku artêşa Amerîkayê mînaka Ûkraynayê bikartîne û li ser rêyên nû bo birêvebirina pevçûnan dixebite û weha dewam kir:

“Em vêya vedikolin û hînkirina wê xeter e. Em şeklên nûh yên şer dibînin. Dron bilez û bi îsabet lê dixin. Me berê tiştekî weha nedît û em ji van tiştnên nûh hîn dibin.”

Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.