Di êrîşa Amerîkayê de 9 endamên El Qaîde hatin kuştin

PeyamaKurd – Li başûrê Yemenê di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de, 9 endamên El Qaîdeyê hatin kuştin.
Çavkaniyeke ewlehiyê li Yemenê ragihandiye ku di encama êrîşeke Amerîkayê de 9 endamên wê rêxistinê hatine kuştin ku yek ji wan rêveberek e.
Hate diyarkirin ku êrîş êvara Înê li başûrê Yemenê hatiye encamdan û çend cihên çiyayî hatine armanckirin ku rêxitina El Qaîde tê de çalakiyan dike.
Hinek şahidan 5 term û wesayîtek dîtine ku şewitîne, herwiha 4 kesên din jî di nav veşartgehan de hatine armanckirin.
Li gorî çavkaniyan demên dawî êrîşên Amerîkayê yên ser komên çekdar ên li Yemenê zêdetir bûne.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.