Li Amêdiyê pêyarêya bi standardên UNESCO tê çêkirin

PeyamaKurd - Li navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê, xebatên ji bo pêşxistina sektora geştyariyê berdewam dikin. Yek ji projeyên herî girîng ên ku niha tê bicihkirin, çêkirina rêyeke nû ya peyayan e ku dirêjahiya wê zêdetirî 3 kîlometreyan e û li derdora navenda bajarokê Amêdiyê digere. Ev proje bi tenê ji bo peyayan û geştyaran hatiye sêwirandin.
Hate diyarkirin ku çêkirina vê rêyê li gorî standardên navdewletî yên UNESCO û bi hevkariya Rêveberiya Şûnwaran tê meşandin.
Ev proje li ser standardên UNESCO ye û iv fikir û şêwaz proje cara yekem e li seranserê Iraqê tê çêkirin.
Li gorî daxuyaniya rayedaran, bi giştî 14 proje ji bo pêşxistina sektora geştyariyê li sînorê qeza Amêdiyê hatine destpêkirin û ev rêya peyayan jî yek ji wan e. Armanc ji van projeyan ew e ku sîmayeke xweşik û geştyarî ya nûjen bidin navçeyê û bala geştiyarên navxweyî û biyanî bikşînin.
Qaymeqamê Amêdiyê, Warşîn Selman Mihemed Tahir diyar kir, ev proje yek ji projeyên dilxwaz ên îdareya wan bûye û Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke taybet daye pêşxistina sektora geştiyariyê li deverê.
Tahir dibêje: "Di serdana Cenabê Serokê Hikûmetê bo qezaya Amêdiyê de, girîngiyeke taybet bi sektora geştiyarî û geşepêdana vê deverê hat dayîn. Nêzîkî 14 proje ji bo vê mebestê hatine cîbicîkirin. Ev rêya peyade ya li derdora Kela Amêdiyê yek ji wan e û dê cihên şûnwarî yên wekî Qutabxana Qubehan û Dergehê Amêdiyê bi hev ve girêbide."
Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.




