Li navça Sason a Batmanê ereba xortekî qelibî newalê û xort can da

Li navça Sason a Batmanê ereba xortekî qelibî newalê û xort can da

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li navça Sasonê li gundê Tanîsorê (Çakırpınarê) ereba bazirganî ya ku Yusuf Arslan (20) dajot qelibî newalê û ajotvan Arslan jiyana xwe ji dest da. Piştî lêkolîn û kontrola li ciyê bûyerê cenazê Yusuf Arslan bo otopsiyê birin morgê.

Qeza bi sedema ajotvan kontrola erebê wenda kir erebe ket heya newalê. Li ser îxbara kesên der û dorê, tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê û cesedê Yusuf Arslan birin nexweşxana dewletê ya Sasonê bo otopsiyê.

Ev nivîs 79 car hatiye xwendin.