Cewad Seîd, Mesrûr Barzanî bo serdana Washingtonê pîroz kir û YNK rexne kir

Cewad Seîd, Mesrûr Barzanî bo serdana Washingtonê pîroz kir û YNK rexne kir

PeyamaKurd - Şêwirmendê Parlamentoya Kurdistanê yê ser bi lîsteya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Cewad Seîd pesnê hewldanên şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Washingtonê da û ew pîroz kirin.

Şêwirmendê Parlamentoya Kurdistanê yê ser bi lîsteya YNKê Cewad Seîd, li ser facebookê wêneyekî hevdîtina di navbera Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Robio belav kir û li ser wî wêneyê nivîsand:

“Destên we saxbin, hûn hewla bidestanîna piştgirî û piştevaniyê ne ji bo Herêma Kurdistanê, lê yên din hewla bidestanîna klûba werzîşê ya Newrozê ne.’’

Seîd ji Mesrûr Barzanî re got: ‘’Hûn mijûlê projeyên stratejîk in, yên din jî mijûlê kelheyê û sefîlkirina civakê ne.’’

Cewad Seîd dawiyê jî ji Mesrûr Barzanî re wiha got: ‘’Hûn mijûlê dîtina serokên welatên mezin in, lê ew jî mijûlê dîtina kesên wek Qeys Xezelî ne.’’

Ev nivîs 155 car hatiye xwendin.