Trump: Min artêşa herî bihêz a cîhanê damezrand

Trump: Min artêşa herî bihêz a cîhanê damezrand

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, di merasîma xwendekarên Akademiya Leşkerî ya West Point de axivî.

Tramp got: "Hûn bûne xwendekarên akademiya leşkerî ya herî bilind û kûr a dîrokê. Hûn bûne efserên artêşa herî mezin û hêzdar a ku cîhanê heta dîtiye. Ez vê dizanim ji ber ku min ew artêş ji nû ve ava kir, min hêza wê zêde kir."

Serokê Amerîkayê, ji ber serkeftinên wan pîrozbahî li xwendekarên bûne efser kir û got ku hêza artêşa Amerîkayê di bin rêberiya wî de ji nû ve hatiye avakirin.

Trump li ser sîstemên parastina asmanî jî ragihand, "Em Pergala Parastina Mûşekan ya Gumbeda Zêrîn ji bo parastina welatê me û West Point ji bo êrîşan ava dikin. Ev pergal berî ku bidawîbûna erka min a seroktiyê wê bê temamkirin."

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.