Li Polonya di pêşbirka Erebeyan de erebeyekî ket nav temaşevanan: 18 birîndar

Li Polonya di pêşbirka Erebeyan de erebeyekî ket nav temaşevanan: 18 birîndar

PeyamaKurd – Li Polonyayê li bajarê Krosnoyê di pêşbirka erebeyan de ajotvanekî desthilata ereba xwe wenda kir û erebe çû nava temaşevanan. Ji temaşevanan 18 kes birîndar bûn û ji wan rewşa 4 kesan dijwar e. Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê çûn ciyê bûyerê.

Wendakirina desthilata ajotvan ya erebê, demekî gelek kurt piştî destpêka pêşbirkê çêbû û erebe li temaşevanên kenarê pîstê ket.

Piştî qezayê, tîmên îtfaiyê, ambûlans û ambûlans helîkopter çûn ciyê bûyerê.

Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.