Li bajarê Meletiyê 2 jin bi kêrê hev birîndar kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê di otobusa gel de 3 jin munaqeşe kirin û ji otobusê derketin, li rawestgehê 2 ji wan bi kêrê li hev xistin. Her dû jin jî birîndar bûn.
Bûyer seet di 19.00an de li ser rêya Meletî-Elaziğê (Xarpêtê) li devera Goristana Sancaktarê çêbû. Li gor agahiyan; di otobusê de 3 jin munaqeşe kirin û sedema munaqeşeya wan nehat zanîn. Li ser zêdebûna munaqeşê jin ji otobusê daketin û li rawestgehê li hev xistin.
Du jin bi kêran li hev xistin û hev birîndar kirin. Jinên birîndar birin nexweşxanên cuda yên bajarê Meletiyê.
Polîs, li ciyê bûyerê tenê yek kêrekî dît û lêpirsîna bûyerê dewam dike.
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.




