Mesrûr Barzanî: Li gorî destûrê, mafê me yê bipêşxistina enerjiyê heye

Mesrûr Barzanî: Li gorî destûrê, mafê me yê bipêşxistina enerjiyê heye

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de bi Focus Newsê re got ku li gorî Destûra Iraqê, Herêma Kurdistanê mafê îmzekirina peymanan û geşepêdana sektora enerjiyê heye, û şirketên têkildar 15 sal in li herêmê ne.

Wî tekez kir ku ew bi Amerîkayê re li dijî terorê şer dikin û dikarin bi şirketên xwe re aştî û ewlehiyê ava bikin.

Mesrûr Barzanî planên serdana Washingtonê ji bo spasîkirina Serok Trump û piştrastkirina hevalbendiyê anî ziman, her wiha piştgirî da rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê û têkoşîna li dijî DAIŞê.

 

Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.