Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê: Herêma Kurdistanê xwedî çavkaniyên baş ên enerjiyê ye

PeyamaKurd – Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright roja Pêncşemê li Forûma Enerjiyê ya li Washingtonê daxuyanî da.
Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright got,
“Siyaseta veberhênanê ya Amerîkayê di sektora enerjiyê de pir zelal e. Serfirazî û aştî li Amerîkayê armanca şîrketên me yên veberhênanê ye.”
Wezîr Wright, ku duh (22yê Gulana 2025an) behsa hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani re kir, got,
“Ez bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re rûniştim. Herêma Kurdistanê xwedî çavkaniyên baş ên enerjiyê ye. Em, wekî Amerîkayê, xwedî hevahengiyeke baş in. Mînak du peyman hatine îmzekirin. Me di warê enerjiyê de du peyman îmze kirin. Em dixwazin têkiliyên me bi Herêma Kurdistanê re pir çêtir bin.”
Chris Wright, ku diyar kir ku ew plan dikin ku bi rêya Herêma Kurdistanê elektrîkê ji welatên cîran re hinarde bikin û pê de çû,
“Em ê bêtir veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin. Em ê rêjeya petrol û gaza xwezayî jî zêde bikin. Em girîngiyê didin hemî çavkaniyên enerjiyê yên li Herêma Kurdistanê. Çavkaniya enerjiyê ya yekem a cîhanê petrol e. Bê enerjiyê mirov nikare jiyanek bextewar bijî. Ji ber vê yekê, em dixwazin bi rêya Herêma Kurdistanê elektrîkê ji welatên cîran re hinarde bikin.”
Di bin çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, di 19ê Gulanê de du peymanên enerjiyê di navbera Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê û du şîrketên petrolê yên Amerîkî, HKN Energy û WesternZagros de hatin îmzekirin.
Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright derbarê peymanê de weha got:
“Ev rêkeftin dê sûdê bidin tevahiya herêmê, bi taybetî jî DYA û Herêma Kurdistanê. Bazirganî dirûşmeya me ye, ji ber vê yekê em dixwazin bi rêya bazirganiyê têkiliyên xwe bi hemî welatên herêmê re berfireh bikin û xurt bikin. DYA dostê herî baş ê Rojhilata Navîn e. Herêma Kurdistanê dost û hevalbendê me ye.”
Chris Wright her wiha tekez kir ku Kurd û Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de hevalbendên Amerîkayê ne.
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




