Piştî Îspanya û Potekizê pirsgirêka elektrîkê li Fransayê destpêkir

Piştî Îspanya û Potekizê pirsgirêka elektrîkê li Fransayê destpêkir

PeyamaKurd –  Piştî Îspanya û Potekizê pirsgirêka elektrîkê li Fransayê destpêkir bi taybetî li bajarê Alpes-Maritimesê elektrîk hat birîn.

160 hezar mal niha elektrîka wan tine û ji ber birîna elektrîkê Festiwala Fîlman ya Cannesê jî ket ber bandora elektrîkê.

Rêvebiriya şebeka elektrîkê ya Fransayê dibêje ku birîna elektrîkê ji ber dîrekekî xeta xwurt ya elektrîkê qelibiye lewra elektrîk hatiye birîn. Eger tenê pirsgirêk direk be dê çareser bibe.

Li Îspanyayê û Potekîzê di meha borî de elektrîk bi sedema êrîşên elektronîkî haitbû birîn û her dû welat jî di tariyê de mabûn. Metro rawestyabûn, lambayên trafîkê nedixebitîn, trafîka welatan tevlihev bûbû û herkes perîşan bûbû.

Li başûrê Fransayê parêzgeha Alpes-Maritimesê ragihand ku li rojavayê bajêr pirsgirêka elektrîkê ya ji dil heye. Di daxwuyaniyê de hat gotin ji bo şebeka elektrîkê li hev rast bikin rêxistina elektrîkê ya bi navê RTE dixebite û di geşta rojane de divê hemwelatî bi hezir erebên xwe bajon.

Birîna elektrîkê bandorê li 78. Cannes Film Festivali jî kir û fîlma ‘Sirat’ bi sedema çûna elektrîkê nîvco ma. Wê merasima girtina festîwala Cannesê bi xêra jeneratorê îşev biqedînin. Lê li bajarên ku elekrtîk çûye, seet ji 10.00an heya niha temamê trafîka bajaran ser û binê hev bûye û çûnûhatin bi zahmetî ketiye.

Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.