Li Tetwanê di lihevketina Minibus û otomobîlê de 2 kes mirin

Li Tetwanê di lihevketina Minibus û otomobîlê de 2 kes mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navça Tetwanê di encama lihevketina minibus û otomobîlê de 2 kes mirin û kesekî birîndar bû. Bûyer li ser rêya Tetwan û Wanê qewimî.

Piştî tîmên tenduristiyê, UMKE, cendirme, polîs û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê, dîtin ku li ciyê qezayê ajotvanê otomobîlê Mehmet Şirin Kaplan can daye.

Birîndarê di otomobîlê de Nurullah Kaplan jî birin nexweşxana dewletê ta navça Tetwanê û ew jî li nexweşxanê can da.

Dermankirina ajotvanê mininbusê li nexweşxanê dewam dike.

Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.