Mesrûr Barzanî: “Deverên Kurdistanê yên di çarçova xala 140ê de ne, yên hatine îşxalkirin”

Mesrûr Barzanî: “Deverên Kurdistanê yên di çarçova xala 140ê de ne, yên hatine îşxalkirin”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 10ê Aadarê de an ku îro seredana hêzên Pêşmerge yên li rojavayê Kerkûkê kir û bi Pêşmerge û hinek cotyarên deverê re fitara xwe vekir.

Barzanî, berya fetarê bike, di axaftina xwe de got ku ew bi vekirina fetarê ya bi hêzên Pêşmerge û cotyaran re dilxweşe, behsa êrîşên artêşa Iraqê ya demekî berê ku êrîş biribûn ser cotyarên gundê Kurda yê Şanaxayê kir û got:

“Em hemû me dît ku ew hêz çawa êrîşê cotyaran kirin. Dîmenekî gelek kirêt bû. Lê serok Barzanî yekser bersiva banga wan da, bi Bexdayê re axifî û me dît ku çawa amadeye mafê gelê Kurdistanê û cotyarên Kurdistanê biparêze û îfade kir.”

Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de got ku li yek buhistekî axa Kurdistanê naborin û weha dewam kir:

“Mixabin her çendîn me bi Bexdayê re peyman û sozan îmza kiriye jî, diviya van pirsgirêkan piştî 2005an ku hukumeta federal çawa hat sazkirin, bihatina çareserkirin. Ez difikirim ku wê demê hat gotin ku ‘deverên li ser wan îxtîlaf hene’ lê şaşe. Van deveran bi zorê ji xelkê me sitendine û deverên Kurdistanêne. Deverên dikevin xala 140ê, ne deverên ku li ser wan îxtîlaf hene bi eksa wê deverên hatine îşxalkirin.

Em dixwazin her perçe axa xwe di rêya aştiyê de paş de bistînin. Em ji şiddetê û şer westiyan. Lê yekîtî û îrada xelkê me, ne tenê xala 140ê, wê bike ku temamê xalên destûrê bicîh werin.

Divê herkes yekîtya xelkê Kurdistanê û berjewendiyên Kurdistanê di ser berjewendiyên partiyan û kesayetian de bigrin.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.