Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Rûsyayê re behsa avakirina hikûmetê û pêşhatên Sûriyê kir

Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Rûsyayê re behsa avakirina hikûmetê û pêşhatên Sûriyê kir

PeyamaKurd – Îro duşemê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Iraqê Elbrus Kutraşev kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Kurdistanê, di civînê de her du alî li ser peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, giftûgoyên aliyên siyasî yên derbarê pêkanîna hikûmeta nû û civîna yekem ya Parlementoya Kurdistanê ku îro hate encamdan, nêrîn û ramanên xwe par ve kirine.

Rewşa niha ya Sûriyê û rûdanên wê yên li herêmê mijareke din a civînê bû.

Serok Barzanî û Balyoz Kutraşev tekezî li ser bihêztirkirina hevkariyên di warên curbicur de kirin.

Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bû.

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.