Nêçîrvan Barzanî: Felsefeya Zelmî xurtkirina rûmeta mirovan bû
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî Foruma Zelmiyê ya “Hizra Îslamî” ku ji aliyê Rêxistina Reweşenbirî ya Mistefa Zelmî ve li Salona Konferansê ya Seed Ebdula ya Hewlêrê hat lidarxistin bû û gotarek pêşkêş kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Mistefa Îbrahîm Zelmî di warê derxistina gelek yasayan li Herêma Kurdistanê li gorî pîvanên olî û navneteweyî alîkariyeke mezin kiriye û got:
"Di hevdîtina xwe ya yekem a 12 Tîrmeha 2007an de li gel wî, min diyar kir ku di guherîna mezin de pêwîstiya bi wî heye û min daxwaz kir ku li Kurdistanê bimîne.
Ew bi taybetî di qanûnên mafên takekesî bi awayekî bi bandor beşdarî guhertina têgihiştinên şaş ên derbarê pirsgirêkên wekî sinetkirina jinan, hevberdan, pirzewacî û kuştina jinan bû. Di vî warî de bû sedema guhertinên mezin."
Nêçîrvan Barzanî bibîr xist ku Prof. Dr. Mistefa Îbrahîm Zelmî bi mehan karekî hûr û kûr kir ji bo derxistina yasayên derbarê mafên takekesî de ku bi ola îslamî û pîvanên navdewletî re hevaheng in.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser têbîniyên Zelmî yên derbarê Îslamê de û wiha axivî: "Mistefa xwedî nerîneke kûr a reformxwaz bû ku Îslam ne astengeke li ber pêşketinê lê belê hêzeke piştgirî ye ji bo pêşketin û nûbûnê. Wî bawer dikir ku zagon ne sabît in lê amûrên ji bo xizmeta mirovahiyê ne, ji ber vê yekê divê ew pêşve bibin da ku li gorî hewcedarî û guherînên gelan biguncînin."
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku karê Mistefa Îbrahîm Zelmî zehmet bû "Lê wî qanûnek derxist ku di navbera parastina nirxên çandî û olî û dadperwerî û wekheviyê ji bo her kesî de hevsengiyek baş çêkir. Ev qanûn ne tenê metneke qanûnî bû, di heman demê de ronîkirina felsefeya Zelmî ya xurtkirina rûmeta mirovan bû."
Derbarê Prof. Dr. Mistefa Îbrahîm Zelmî de:
- Mistefa Zalmî di sala 1924an de li gundê Zalmî yê navçeya Hewramanê ya parêzgeha Helebce ji dayîk bûye.
- Di sala 1946an de li Koyê xwendina olî qedandiye.
- Di sala 1965an de li zanîngeha Bexdayê beşa hiqûqê qedand.
- Di sala 1969an de li zanîngeha Bexdayê bawernameya masterê di beşa Şerîetê de wergirtiye.
- Di sala 1971ê de li zanîngeha El Ezherê bawernameya masterê di warê fiqha berawirdî de wergirtiye.
- Di sala 1973an de li Zanîngeha Qahîreyê di warê hiqûqê de masterê wergirtiye.
- Di sala 1975'an de li Zanîngeha El-Ezherê doktoraya xwe ya hiqûqa berawirdî bi pileya bi rêzgirtinê wergirt.
- Di sala 2005an de li Zanîngeha Bexdayê doktoraya xwe ya duyem ya hiqûqê wergirtiye.
- Sibeha 4ê Hezîrana 2016an li Hewlêrê koça dawî kir.
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.