Pêşniyara balkêş a nivîskarê Amerîkî: Divê Rûsya û Amerîka li Herêma Kurdistanê bicivin

Pêşniyara balkêş a nivîskarê Amerîkî: Divê Rûsya û Amerîka li Herêma Kurdistanê bicivin

PeyamaKurd – Nivîskarê Brîtanî yê bi eslê xwe Pakistanî Dr. Kanta Ehmed di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bû de diyar kir ku Herêma Kurdistanê dikare di çareserkirina pirsgirêkên navdewletî de roleke sereke bilîze.

Kanta Ehmed amaje bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û got, "Di çareserkirina pirsgirêkan de xala hevbeş Nêçîrvan Barzanî ye. Divê Amerîka û Rûsya li Herêma Kurdistanê bicivin."

Kanta Ehmed mijarên cîhanî yên wekî aloziyên navçê, qeyranên navbera Îran û Amerîkayê û şerê Rûsiye û Ukraynayê ji kanala nûçeyan a Amerîkayê News Nation re nirxand.

Kanta Ehmed got, "Min ji roja ewil de ji Serok Trump û rêveberiya wî re pêşniyar kir ku çareseriyeke aqilane bibînin."

"Barzanî navê sereke yê diyalogê ye"

Kanta Ehmed anî ziman ku Nêçîrvan Barzanî beriya niha bi Tirkiye, Îran û Sûriyeyê re xebatên çareseriyê dimeşandin û got, "Barzanî rêberekî ku giraniyê dide diyalogê ye. Ev nêzîkatî dikare di çareseriya pirsgirêkan de gelekî bi bandor be."

"Divê Amerîka û Rûsya li Kurdistanê bicivin"

Di beşeke din ya vê hevpeyvînê de pêwendiyên Amerîka û Rûsyayê Dr. Kanta Ehmed bal kişand ser nebûna cidî ya diyalogê di navbera her du welatan de.

Kanta Ehmed got, "Ez di wê baweriyê de me ku Serok Trump dikare pêngaveke aştiyane biavêje û Amerîka û Rûsyayê li dora heman maseyê bîne cem hev. Zêdetirî 2 sal in di navbera her du welatan de têkiliyeke cidî nîne."

Kanta Ehmed amaje bi wê yekê kir ku danûstandin li Herêma Kurdistanê bên kirin û got, "Herêma Kurdistanê herêmek e ku pêwendiyên wê yên enerjiyê bi Rûsyayê re heye û dikare bibe pirek di navbera Amerîka û Rojhilata Navîn de. Civîneke bi vî rengî hem dikare aloziyê kêm bike û tevkariyê li aştiya cîhanî bike."

"Nêçîrvan Barzanî serokekî bêalî û pêbawer e"

Dr. Ehmed di daxuyaniya xwe ya beriya niha ya Fox Newsê de derbarê Nêçîrvan Barzanî de wiha gotibû:

"Barzanî serokekî bêalî ye ku bi Îran, Iraq, Tirkiye û Amerîkayê re têkiliyên baş çêkirine. Ji ber vê yekê dikare bibe navbeynkarê sereke yê hevdîtinên aştiyê yên li herêmê."

 
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.