Parîs | Riya Pêşmerge hat vekirin

Parîs | Riya Pêşmerge hat vekirin

PeyamaKurd – Li paytexta Fransayê, Parîsê, riya bi navê "Pêşmerge" bi merasîmeke fermî hat vekirin. Di çalakiyê de Serok Mesûd Barzanî wek mêvanê rûmetê amade bû û ji aliyê Şaredara Parîsê Anne Hidalgo ve hat pêşwazîkirin.

Di merasîma ku îro, 5ê Îlona 2025an de hat lidarxistin, rola girîng a Hêzên Pêşmerge di têkoşîna li dijî terorê û parastina azadiyê de li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hat bibîranîn.

Navlêkirina kolanê wek rêzgirtinekê ji bo fedekarî û qehremaniya Pêşmerge tê dîtin. Serok Barzanî ev roj wek rojeke dîrokî bi nav kir û got ku ev pêngav nîşana peywendiyên xurt ên di navbera gelên Kurdistan û Fransayê de ye.

Beriya merasîmê, Serok Barzanî bi Şaredar Hidalgo re civiya û wek diyarî alaya Kurdistanê pêşkêşî wê kir. Şaredara Parîsê Anne Hidalgo jî di axaftina xwe de kêfxweşiya xwe bi pêşwazîkirina Serok Barzanî anî ziman û tekez kir ku "Serok û Pêşmergeyan ji bo azadiya me tevan şer kirine."

Hat ragihandin ku vexwendina fermî ji bo Serok Barzanî ji ber wê yekê bûye ku ew wek sembola ruhê Pêşmerge û têkoşîna gelê Kurd tê dîtin.

Di serdana Parîsê de, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolamerî û Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî bi Serok Barzanî re bûn. Gelek berpirsên Kurd û Fransî jî beşdarî merasîma vekirina kolanê bûn.

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.