Peyva “Kurdistan”ê ya li ser koliyan hat veşartin: Rêveberê Kizilayê ji ber diziya pakêtên alîkariyê yên Herêma Kurdistanê hat girtin
PeyamaKurd – Li gorî Ajansa Mezopotamyayê (MA) diyar dike, Serokê Şaxa Kizilayê ya Silopiyayê Murat Tatar û 8 kesên ku diyar bû pakêtên alîkariyê yên bi 300 milyon dolarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dizîne, hatine binçavkirin. Parlementera Partiya DEMê Newroz Uysal Aslanê diyar kir ku di dosyayê de biryara sînordarkirinê heye, û got ku ew ê bûyerê bişopînin.
Ji ber erdhejên ku di 6ê sibata 2023yan de pêk hatin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariyên ku di nav wan de pêdiviyên bingehîn jî hebûn, bi nirxê 300 milyon dolarî şandibûn cihên erdhejê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.
Paketên alîkariyê piştî ku di deriyê gumrikê re derbas bûn, anîn navçeya Şirnex Silopiyayê. Li ser sindoqan amblema “Kurdistanê” hat veşartin û ya “Kizilayê” hat bicihkirin. Piştre hat îdiakirin ku ev pakêtên alîkariyê ji bo herêma erdhejê hatine şandin.
Dema BCFê agahî xwest, rastî zelal bû
Piştî ku Dezgeha Alîkariyê ua Barzanî (BCF) agahî xwest, zelal bû ku ev kolî ji aliyê Serokê Şaxa Kizilaya Silopiyayê Murat Tatar û hin kesên nêzî wî ve hatine dizîn. Di lêpirsînê de ku ji ber vê rewşê hat destpêkirin tevî Murat Tatar 7 ajokar û rêveberekî din ê Kizilayê jî hat girtin ku navê wî nehat. Hat zanîn ku der barê 5 ajokaran de biryara girtinê heye.
“Dewlet dixwaze veşêre”
Parlamentera Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) a Şirnexê Newroz Uysal Aslanê ku têkildarî mijarê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist, got ku li ser dosyaya vekirinê biryara qedexekirinê heye.
Newroz Uysal Aslanê ku der barê rewşê de jî agahî parve kir, diyar kir ku ev pakêt ji Semsûr, Mereş û herêmên din ên erdhejê re hatine şandin, birine Diyarbekirê û li hin depoyan hatine bicihkirin.
Newroz Uysal Aslan got, “Îdîa heye ku ev ajokar bi pêşengiya Murat Tatar û rêveberên AKPyê hatine rêzkirin û beriya ku bên sewqkirin, ji gumrikê hatine derxistin û birin Kizilayê ji bo ku belgeyên sexte bên barkirin. Îdîa heye ku qeymeqamê berê yê serdemê jî di vê rewşê kar kiriye. Dewlet li ser dosyayên têkildarî mijarên ku dixwaze veşêre, biparêze û veşêre, biryara sînordarkirinê ferz dike û di vê dosyayê de jî biryara sînordarkirinê heye.”
Şax hat girtin
Newroz Uysal Aslanê bal jî kişand ser îfadeyên şofêrên girtî û diyar kir ku şofêran diyar kir ku di van paketan de çi heye ti agahiya wan nîne. Newroz Uysal Aslanê got, “Em dizanin ku gef li şofêran xwarine ku ew bêdeng bimînin. Piştî vê bûyerê, Midîriyeta Kizilayê biryara girtina şaxê, di 2yê sibatê de daye. Bi biryara lijneya rêveberiyê jî di 25ê sibatê de şax hatiye girtin. Sedemên teknîkî weke hincetên biryarê tên nîşandan.”
Newroz Uysal Aslanê, diyar kir ku divê Kizilay daxuyaniyekê bide û wiha got: “Berpirsê rastî kî ne? Dewlet tenê bi girtina ajokaran dikare ji vê yekê derkeve? Di dosyayê de biryara qedexekirinê heye, lê em ê bûyerê bişopînin.”
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.