Rejîma Îranê li girtîgeha Sinê û Kirmaşanê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

Rejîma Îranê li girtîgeha Sinê û Kirmaşanê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

PeyamaKurd – Di hefteya yekem a meha Îlona 2025an de, li girtîgehên bajarên Sine û Kirmaşanê yên Rojhilatê Kurdistanê, 3 girtiyên Kurd ji aliyê Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatin bidarvekirin. Hersê girtî jî bi tohmeta "kuştina biqest" hatibûn mehkûmkirin.

Li gorî raporên ku Saziya Mafên Mirovan a Hengawê belav kirine, duh, roja Yekşemê, 7ê Îlonê, cezayê bidarvekirinê yê li dijî Azad Muradî yê 43 salî û xelkê Baneyê, li girtîgeha navendî ya Sineyê hate pêkanîn. Azad Muradî 5 sal berê bi  tohmeta “kuştina biqest” hatibû girtin.

Çend roj beriya wî, roja Sêşemê, 2yê Îlonê, li heman girtîgehê, Mihemed Babayî yê 44 salî û xelkê gundê Dizliyê yê Sewlavayê, bi heman tohmetê hatibû bidarvekirin.

Her di heman rojê de, li girtîgeha Dîzilavayê ya Kirmaşanê, girtiyekî din ê Kurd ê bi navê Celal Muradî yê xelkê ji Kirmanşana Rojhilatê, bi heman tohmetê hate bidarvekirin.

Hate tekezkirin ku heta niha nûçeya bidarvekirina van 3 girtiyên Kurd di tu medyayeke fermî ya rejîma Îranê de nehatiye belavkirin.

Ev nivîs 136 car hatiye xwendin.