Rojên betlaneya cejnê ya li deriyê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê hate eşkere kirin

Rojên betlaneya cejnê ya li deriyê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê hate eşkere kirin

PeyamaKurd – Di Cejna Qurbanê de rojên betlaneyê bo Dergehê Pêşabûr (Sêmalka) yê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin eşkere kirin.

Rêveberê Dergehê Pêşabûr Şewket Berbuharî îro 2yê Hezîranê ji ragihand ku bêhnvedana cejna qurbanê 4 roj in.

Berbuharî ragihand ku bêhnvedana Cejna Qurbanê li deriyê Pêşabûr roja Înê 6ê Hezîranê dest pê dike û roja Duşemê 9 mehê jî bi dawî dibe.

Hate diyarkirin ku roja Sêşemê 10ê Hezîranê jî tevgera çûnûhatinê li gorî sîstema berê asayî dibe.

Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.