Roja kombûna Parlamentoya Kurdistanê hat ragihandin

Roja kombûna Parlamentoya Kurdistanê hat ragihandin

PeyamaKurd – Parlamentoya Herêma Kurdistanê wê di 2ê Kanûnê de yekem civîna xwe pêk bîne.

Berpirsê Ragihandina Parlamentoya Herêma Kurdistanê Saman Ehmed di civîna çapemeniyê de diyar kir ku hemû amadekarî ji bo civîna yekem a Parlamentoya Kurdistanê hatine kirin.

Ehmed derbarê rewşê de ev agahî dan:

“Sibê wê parlamenterê herî temendirêj, Serokê Encûmena Parlamentoya Kurdistanê Erdalan Muhammed Sarspî serokatiya parlamentoyê bike."

Ji bo sondxwarinê wê ji aliyê Serokatiya Meclîsê ve namzed bên vexwendin. Ehmed got, "Amadekariyên di çarçoveya şefafiyeta Parlamentoya Kurdistanê de ne, hemû yekîne hatine amadekirin, ji bilî mijarên siyasî yên ku nayên nîqaşkirin û ji aliyên siyasî re tên hiştin em ê her tiştî pêşkêş bikin."

 
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.