Romanowski: Serok Barzanî her tim piştgirî û alîkariya me kir

Romanowski: Serok Barzanî her tim piştgirî û alîkariya me kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski kir.

Di daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî ya îro Yekşemê 01.12.2024 de hat gotin ku Serok Barzanî li Selahedîn pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Balyoza Amerîka yê li Iraqê ku bi helkefta bidawîhatina erka xwe ya Serok Barzanî serdana Serok Barzanî kir û xatir jê xwest û ji bo serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên di meha Cotmehê de careke din pîrozbahî li Serok Barzanî kir û Romanowski destnîşankirina roja yekem civîna Parlamentoya Kurdistanê wek gaveke girîng nirxand û hêvî xwest ku kabîneya nû dê di zûtirîn dem de were avakirin.

Li gorî daxuyaniyê, Romanowski spasiya piştevanî û alîkariyên Serok Barzanî ji bo kar û xebatên wî kir û serdana vê dawiyê ya Serok Barzanî bo Bexdayê bi girîng wesif kir ku bûye sedema nêzîkbûna pêwendiyên navbera aliyên siyasî û pêşxistina pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê.

Serok Barzanî spasiya Balyozê Amerîkayê kir û hêviya serkeftinê li erkê xwe yê nû de xwest, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku têkeliyên Amerîka li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê ber bi başiyê ve diçe û hêviya berdewamî û geşepêdana têkeliyên dualî kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî, pêşhatên dawî û guhertinên navçeyê, geşbûn û bihêzkirina metirsiyên terorîstan û tedbîrên ji bo aramiya Iraq û navçeyê mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Di civînê de Balyozê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steven Bitner jî amade bû.

 
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.