Şam û HSDê peymanekî îmza kirin

PeyamaKurd – Farmandarê HSDê Mazlûm Abdî û serokê Sûriyê Ahmed Şara di nav xwe de peymanekî îmza kirin. Di hevdîtinê de li ser dest berdana çekan û tevlîbûna HSDê ya hukumeta Şamê axifîn.
Civaka Kurd, wê perçeyekî eslî yê dewleta Sûriyê bê naskirin
Li gor peymana navbera Mazlum Abdî û Şara; wê temamê Sûriyeyî bê ku koka wan ya dînî û adetî bidin ber çav, li ser esasê liyaqatê wê di dezgeyên dewletê de temsîl bibin, mafên wan yê tevlî pêvajoya siyasî bixin garantiyê, wê xelkê Kurd perçeyekî eslî yê Sûriyê bihesibînin, mafê destûrî yê hemwelatîbûnê û temamê mafên din wê bixin bin garantiya dewletê.
Dezgeyên sîvîl û yên leşkerî wê bi rêvebiriya dewletê re bên entegrekirin:
Wê li seranserê Sûriyê agirbes bê ragihandin, yekser dawiyê li şer bînin û peyman weha dewam dike:
“Li bakûrê Rojavayê-Sûriyê dezgeyên sîvîl û leşkerî (deriyên sînor, balafirgeh, bîrên petrolê, sehayên gazê) wê bi rêvebiriya dewleta Sûriyê re entegre bibin.
Bi bermayiyên Esad re, wê HSD destekê bide Şamê:
Wê temamê koçber dagerin gund û deverên xwe, wê dewlet garantiya wan bide û wan biparêze, wê dewleta Sûriyê di têkoşîna bi bermayên rejîma Esad re û tehdîdên ku axa Sûriyê tehdîd dikin re destekê bide dewletê.
Banga perçekirina yekîtiya axa Sûriyê red dikin:
Di peymanê de hat gotin ku; ‘Banga perçekirina di navbera ûnsûrên Sûriyê de, gotinên nefretê û hewlên fitne red dikin’. Ji bo bicîhanîna peymanê; wê komîteyên rêvebiriyê ava bikin, ji bo bicîhanîna pemanê wê xebatê bikin û temamê xebatên xwe heya dawiya salê heya karibin temam bikin.
Metna peymanê weha ket ser çapemeniya Tirkiyê û eger ji bilî van metnan, xalên din an gotinên din di peymanê de hebin nayê zanîn.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.




