Şandên PDK û YNKê wê li Dabeşan a Silêmaniyê bicivin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku sibe 30yê Mijdarê şandên PDK û YNKê li Dabeşan a bajarê Silêmaniyê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicivin.
Li gorî zanyariyan, her du şandên PDK û YNKê bi merema lihevkirinê li ser pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rûniştina yekem a gera şeşan a Perlemana Kurdistanê dicivin.
Berpirsê Nivîsîngeha Ragehandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî beriya niha gotibû, “Yek hikûmet û yek hêza Pêşmergeyan, li ser bingeha istîhqaqên hilbijartinan, bê hebûna vetoyê deriyê PDKê vekiriye û serdana hemû aliyan dike.”
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab jî li ser mijara yekem rûniştina parlamentoyê ragihandibû, “Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja Duşemê (02.12.2024) rûniştina yekê ya gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê tê lidarxistin.”
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.