Seferên navbera Wan û Tehranê piştî 5 salan ji nû ve dest pê kirin

PeyamaKurd - Piştî 5 salan, seferên trenê yên navbera bajarê Bakurê Kurdistanê Wan û Tehranê dîsa destpê kirin. Treneke bi 7 vagon û 280 rûniştekan, tevî 200 rêwiyên Îranî ji Tehranê gihîşt stasyona Wanê. Trên li Wanê bi gul û kulîlkan hate pêşwazî kirin.
Ev sefer, encama hevdîtinên navbera Rêveberiya Rêhesinên Tirkiyê û Îranê ye û mebest jî berfirehkirina potansiyela turîzmê di navbera her du aliyan de ye.
Wê ev tren, rojên yekşem û çarşeman ji Tehranê di saet 12:35an de, û rojên duşem û pêncşemê jî di saet 20:00 de ji Wanê hereket bike.
Rêwîtîyan navbera herdu bajaran 22 saet dom dike û mesafeya wê 1070 kîlometre ye. Xelkê Îranê eleqeyeke mezin nîşanî vê seferê dide û bilêt hem li Îranê hem jî li Tirkiyê online têne firotin.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva got ku ev sefer ne tenê ji bo turîzmê, lê belê ji bo bazirganiyê jî girîng e û soza serdaneke bi trenê bo Îranê di heftiya pêş de da.
Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.




