Serokê BCFyê pêşwaziya Konsulê Rûsyayê kir
PeyamaKurd – Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Federasyona Rûsyayê yê li Herêma Kurdistanê kir.
Îro, (28.11.2024) Maksîm Rûbînê Konsulusê Giştî yê Rûsyaya Federal ê li Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, serdana Dîwana Serokatiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û ji aliyê Musa Ehmedê Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) ve bi germî hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de behsa proje û çalakiyên Dezgehê Xêrxwaziyê yê Barzanî hate kirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku di demeke nêzîk de pêwîstiya gihandina alîkariyan a bo xelkê hewcedar û koçberan heye.
Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.