Şino | Rejîma Îranê 3 sal cezayê girtîgehê li kurdekî birî

Şino | Rejîma Îranê 3 sal cezayê girtîgehê li kurdekî birî

PeyamaKurd – Î​​​​​​drîs Karsaz, kurdê xelkê bajarê Şinoyê û ji endamê Encumena Xêrxwaziyê ya vî bajarî, bo birêvebirina 3 sal cezayê bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgehê hate veguhastin.

Nûçeyeke ku gihaye bi Saziya Mafê Mirov a Hengawê, roja Yekşemî 1ê Kanûna 2024an radigihîne, ku Îdrîs Karsazê (47) xelkê Şinoyê ji bo birêvebirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya Şinoyê hate veguhastin.

Ew, di cotmeha 2024an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Şinoyê ve bi tohmeta "endam û hevkarîkirin bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê re” 3 sal cezayê ê girtîgehê lê hatibû birîn û bi awayekî fermî jê re hatibû ragihandin.

Îdrîs Karsaz, roja çarşemê 3yê tîrmehê li êrîşa hêzên ewlehiyê yên Rejîma Îranê ya bi ser mala wî de bê nîşandana belgeyeke yasayî hatibû girtin û bo girtîgeha navendî ya Ûmiyeyê hatibû veguhastin.

Di dawiyê de piştî 47 roj ji binçavkirinê bi dayîna pereyekî barimte yê 600 milyon tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Şinoyê hatibû berdan.

Hengaw bi bîr dixe ku Îdrîs Karsaz di dema 42 roj binçavkirinê de yên li girtîgeha Ûrmiyeyê de ji mafê pêwendîgirtin û hevdîtina bi malbata xwe re û herwiha mafê gihîştina bi parêzer re hatibû bêparkirin û saziyên ewlehiyê derbarê wî de tu agahî nedida malbat û kesûkarên wî.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.