Walîtiya Bedlîsê heta 2 rojan lidarxistina xwepêşandan û civînan qedexe kir
PeyamaKurd – Walîtiya Bedlîsê ji bo pêşî li bûyerên mihtemel ên ku dê li tevahiya bajêr biqewimin, heta 2 rojan lidarxistina xwepêşandan û civînan qedexe kir. Di daxuyaniyê de ya ku ji aliyê walîtiyê ve hat belavkirin, hat diyarkirin ku ji bo ewlekariya can û malê gel û ji bo peydakirina nîzamê, biryareke bi vî rengî hatiye wergirtin.
Daxuyaniya Walîtiya ya di vê barê de bi vî awayî ye: “Ji xeynî kesên ku ji teref walîtî û qeymeqamtiyan ve yên di nav sînorên erdnîgarî yên Bedlîsê de guncav tên dîtin, lidarxistina meşên xwepêşandanan, civînên li derve û li hundir, vegirtina çadiran, kampanyaya îmzeyan û belavkirina her cure belavokan, dê li gorî bendên peywendîdar ên qanûna Civîn û Xwepêşandanan ya hejmar 2911ê, dê di navbera 30ê mijdarê saet 11:00 û 1ê Kanûnê saet 11:00an de çalakiyên heta saet 23.59an hatine qedexekirin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de sedema qedexeyê hat ragihandin: “Armanca wê ew e ku bi rêya Bedlîsê, ji navçe û parêzgehên derdorê, bangewaziyên rêxistinî yên dijqanûnî asteng bike. Herwiha têketina bajar û navçeyên me û derketina ferdî yan komî ya ji van deran jî di navbera heman roj û saetan de qedexe ye.”
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.