Wezareta karên navxwe ya Tirkiyê şaredarê Miksê Ayvaz Hazır ji ser kar girt

Wezareta karên navxwe ya Tirkiyê şaredarê Miksê Ayvaz Hazır ji ser kar girt

PeyamaKurd – Şaredarê bajarê Miksê (Bahçesaray) yê DEM Partiyê Ayvaz Hazır ji aliyê wezareta karên navxwe yê Tirkiyê de ji ser kar hat dûrxistin. Di şûna Ayvaz Hazır de qeymeqamê Miksê Harun Arslanargun bi qeyyûmî hat tayînkirin.

Wezareta karên navxwe yê Tirkiyê, sedema şaredarê Miksê girtina wî ya ji ser kar de got cezayê zîndanê yê Hazır heye û ji ber kirina propoganda rêxistina PKK/KCKê lêpirsîna wî dewam dike.

Wezaret dibêje ku wekî tedbîrekî demkî şaredar Ayvaz Hazır ji ser karê wî hatiye dûrxistin.

Dadgeha cezayê girsan ya Wanê berê di darizandina Hazır de bi sedema ‘Tevî ne nedamê rêxistinêye jî, li ser navê rêxistina terorê sûc kiriye.’ de, dadgehê cezayê 3 sal, 1 meh û 15 rojan yê zîndanê lê birî.

Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.