Xoşnav: Me pirsgirêkên welatiyên xwe yên li Sabiha Gokçen dijîn ji Parêzgarê Stenbolê re ragihandin

Xoşnav: Me pirsgirêkên welatiyên xwe yên li Sabiha Gokçen dijîn ji Parêzgarê Stenbolê re ragihandin

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav ragihand, ew pirsgirêkên ku welatiyên ji Herêma Kurdistanê gelek caran li Balafirxaneya Sabiha Gokçen rastî wan tên, ji Parêzgerê Stenbolê Davut Gul re gihandiye.

Şandeke Herêma Kurdistanê ji bo beşdarbûna li pêşangeha bazirganî ya MÜSIAD EXPO 2024 ku li Stenbolê tê lidarxistin, li Stenbolê ye.

Parêzger Xoşnav piştî hevdîtinê daxuyaniyek da rojnamevanan û got, “Me bi birêz Parêzger Gul re behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kir. Welatiyên me yên ku ji bo tenduristî, bazirganî û betlaneyê diçin Stenbolê, li Balafirgeha Sabîha Gokçen rastî pirsgirêkan tên. Me ji wî xwest ku di çareserkirina vê pirsgirêkê de rola xwe bigire."

Xoşnav herwiha ragihand, wan Parêzgerê Stenbolê Davut Gul vexwendiye Herêma Kurdistanê û wî jî ev vexwendin qebûl kiriye.

Parêzgerê Stenbolê Davut Gul jî got, "Em bi Parêzgerê Hewlêrê re li ser têkiliyên navbera Hewlêr û Stenbolê axivîn. Me gavên hevkariyê yên ji bo hêsankirina serdanên hevdu yên geştiyaran di navbera herdu bajaran de gotûbêj kir. Em piştrast dikin ku wê pirsgirêkên ku derketine holê bên çareserkirin."

Gelek welatiyên ku ji Herêma Kurdistanê hatine Stenbolê li Balafirgeha Sabiha Gokçen rastî pirsgirêkan hatin. Asayîşa balafirxaneyê telefonên welatiyên ku ji Herêma Kurdistanê tên kontrol dike. Ji ber wêneyên ala Kurdistanê yan jî serkirdeyên Kurd li ser telefonên wan hatine tomarkirin, hin welatiyan ji balafirgehê dûr xistin û nehiştin derbasî Tirkiyê bibin.

Komeleya Pîşesaz û Karsazên Serbixwe (MÜSİAD) EXPO 2024 Fuara Bazirganiya Navneteweyî li Stenbolê tê lidarxistin.

Şanda Herêma Kurdistanê ya beşdarî fûara ku di 26ê Mijdara 2024ê de destpê kir, ji Wezîrê Veguhestinê Ano Cewher, Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav, Wezîrê Berpirsiyarê pêkhateyên Etnîkî Aydin Maruf, Misteşarê Wezareta Bazirganiyê Serwer Hawarî û serok û endamên odeyên bazirganî yên Hewlêr û Silêmaniyê pêk tê.

 
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.