Yekem rûniştina Parlamentoya Kurdistanê bi xwendina Qûr’anê û Ey Reqîb hate lidarxistin

Yekem rûniştina Parlamentoya Kurdistanê bi xwendina Qûr’anê û Ey Reqîb hate lidarxistin

PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên  20ê Cotmehê yên Parlamentoya Kurdistanê, îro 2yê Kanûnê yekem rûniştina xula 6em bi beşdariya 97 endamên parlamentoyê û zêdetirî 20 dîplomatkarên biyanî hate lidarxistin.

Rûniştina yekem a parlamentoyê piştî xwendina hin ayetên Qûr’anê bi sirûda netewî Ey Reqîb û rawestana yek xulekê bo şehîdan dest pê kir.

Li gorî rêziknamayan û bernameya endamên nû yên parlamentoyê sonda yasayî dest bi xebatên xwe kirin.

Karnameya Perlemana Kurdistanê ji van bendan pêk hat:

Yek: Vekirina wê rûniştinê bi çend ayetên Qurana pîroz.

Du: Deqîqeyek rawestiyan wekî rêzgirtin li canê pakij ê şehîdên Kurdistanê.

Sê: Gazîkirina biemirtirîn kandîdê amadebûyî ji kandîdên nûhilbijartî yên gera şeşê ya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ji aliyê Serokê Dîwana Perlemanê ve, ji bo sondxwarin û birêvebirina wê rûniştinê; li dû hikmê benda duyê ya madeya 11ê û benda yekê ya madeya 12ê ji peyrewê navxwe yê Perlemanê.

Çar: Serokê rûniştina yekê ya gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê kandîdên nûhilbijartî ji bo gera şeşê ya Perlemana Kurdistan - Îraqê ji bo sondxwarina qanûnî gazî dike, li dû hikmê benda duyê ya madeya 12ê ji peyrewê navxwe yê Perlemana Kurdistanê. Paşî ew rûniştin ji aliyê serokê rûniştina yekê ve li dû hikmê madeyên peyrewê navxwe yê Perlemana Kurdistanê tê birêvebirin.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.