Amedsporê bi rahênerê naskirî yê Tirk Ersun Yanal re ji bo salekê li hev kir
PeyamaKurd – Tîma futbolê ya Amedspor ku di lîga duyem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) Koma Sor de bû şampiyon xwe ji sezona Lîga Super re amade dike.
Amedspor ku 11ê Hezîranê ji bo serokatiya tîmê diçe kongreyê îro 4ê Hezîranê ragihand ku wan bi rahênerê Tirk ê xwedî ezmûn Ersûn Yanal re ji bo sezona bê li hev kiriye.
Serokê Amedsporê Azîz Elaldi li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê ragihand ku wan bi Ersun Yanal re peyman ji bo salekê girê daye.
Hate ragihandin ku hevdîtinên rêveberiya Amedsporê li bajarê Îzmîrê bi Ersun Yanal re hatin kirin û îro jî gihîştin encamê.
Ersun Yanal beriya niha rahêneriya tîmên navdar ên Tirkiyê Fenerbahçe û Trabzonsporê jî kiriye.
Ev nivîs 86614 car hatiye xwendin.