Arjantîn bû şampiyonê Copa Americayê

Arjantîn bû şampiyonê Copa Americayê

PeyamaKurd – Arjantîn di fînala Copa Americayê de Kolombiyayê 1-0 têk bir û bû şampiyon.

Di fînala Copa America ya 2024an de Arjantîn û Kolombiya hatin hemberî hev.

Di maça ku li yarîgeha Hard Rock a Floridayê hat lîstin û dema normal 0-0 bi dawî bû, Lautaro Martinez gola ku Arjantîn bû şampiyon di xuleka 112emîn de tomar kir.

Arjantîna ku bi deqeyên derbasbûyî re berxwedana xwe ya parastinê zêde kir, şansê golkirinê neda reqîbê xwe. Lîstikvanên tangoyê di pêşbirka fînalê de Kolombiyayê 1-0 têk bir û bû şampiyonê Kupaya Amerîkayê.

Bi vê serkeftinê Arjantînê cara 16emîn kûpa bi dest xist.

Wekî din, hunermenda Kolombiyayî ya navdar Shakira di nîvê maçê de konserek da.

Bi vî awayî Lionel Messi bi formê tîma xwe yê neteweyî careke din şahiya şampiyoniyê dît.

Arjantînê berê di salên 1921, 1925, 1927, 1929, 1937, 1941, 1945, 1946, 1947, 1955, 1957, 1959, 1991, 1993 û 2021an de şampiyonî bi dest xistibû.