Bûyerên maça Holland û Tirkiyeyê: Di derbarê 64 kesan de lêpirsîn
PeyamaKurd - Piştî maça Tirkiye û Hollanda ya di bin siya qeyrana ‘Gurê boz’ de hate lîstin, li Almanyayê di derbarê 64 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin. Di bûyerên roja Şemiyê de 2 polîs birîndar bûn.
Hat ragihandin ku piştî maça roja êvara şemiyê ya çaryek fînala EURO 2024an a Tirkiye û Hollandayê, di derbarê 64 kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li gorî agahiyên ji polêsên Alman hatine wergirtin, kesên di derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin bu tawanên wek; birîndarkirin, xeterî sazkirin, destdirêjî, bêhurmetî, dizî û binpêkirina yasaya narkotîkê têne tawanbarkirin. Polêsan ragihand ku di çarçoveya bergiriyan de 54 bergiriyên qedexekirinê hatine girtin.
li Berlînê bi piştgirîya dezgehên polîs ên eyaletên cuda herçend nêzîkî 3 hezar û 200 polês li ser kar bûn jî, hate ragihandin ku di encama bûyerên maçê de 2 polês birîndar bûne. Beriya maçê, ji ber ku hin temaşevanên ku ji Meydana Breitscheid ber bi stadyumê ve dimeşiyan "bi tundî" nîşana ‘Gurê boz” nîşan dan û polêsan meş van koman rawestand.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, nêzîkî 8 hezar alîgirên tirk beşdarî vê meşê bûne.
Ji aliyê din ve, li gorî daneyên fermî, meşa alîgirên Hollandayê ku nêzî 19 hezar kes beşdar bûbûn, bêyî bûyerek rû bide û bêyî mudaxeleya polêsan bi dawî bû.
Roja şemiyê, li navenda Berlînê, li nêzîkî Deriyê Brandenburgê, ji ber rewşa hewayê çalakiya gel hat betalkirin. Tevî vê yekê jî hat ragihandin ku di maçê de, di navbera alîgirên her du welatan de şer derketiye û piştî ku alî ji hev qetiyane rewş aram bûye.
Leyztikvanê Tirk Merih Demiral piştî ku di maça Tirkiye û Awustriyayê de gol avêtibû, bi nîşana ‘Gurê boz’ ku wek sembola nîjadperestiya Tirk tê nasîn, li Almanyayê bûbû sedema qeyranê.
Ev helwesta Demiral ji aliyê Wezîra Hundirîn Nancy Faeser û gellek siyasetmedarên Alman ve hatibû rexnekirin û polêsên Alman, beriya maça Holland û Tirkiyeyê bergiriyên ewlehiyê yên awarte wergirtibûn.
Ev nivîs 61419 car hatiye xwendin.