Di Lîga Şampiyonan de dîsa fînala zû: Madrid û City
PeyamaKurd - Piştî temambûna leyztikên çaryekfînalê peşkên nîvefînalê hatin kêşan û tîma Îngilîz Manchester City û ya Spanyolî Real Madrid li dû hev cara sêyemîn bûn rikberên hev.
Di 2022yan de Real Madrid, 2023yan de jî Manchester City bi ser ketibûn û kûpa Lîga Şampiyonan bi dest xistibûn.
Piştî diyarbûna peşkavêtinê Rahênerê Real Madridê Carlo Ancelotti peşkavêtinêe nirxan û got: "Manchester City tîmek e ku aliyê herkesî ve wek favorî tê dîtin. Sala borî bû şampiyon. Ew ê leyztikeke dijwar be, lê ez bawer dikim ku em ê dikaribin encameke baş werbigirin. Leyztika li Manchesterê wê me aciz neke. Di Lîga Şampiyonan de fînala çaryek her demê dijwar bû. Eger em bixwazin Lîga Şampiyonan bi dest bixin, divê em Manchester Cityê têk bibin."
Rahênerê Manchester Cityê Pep Guardiola jî di nirxandina xwe de wiha got: "Leyztina bi Keytîma Lîga Şampiyonan re mîna kevneşopiyekê ye. Ne hewce ye ku meriv bêje Real Madrid çi ye. Divê em li vir û derve du leyztikên baş pêk bînin."
Di encama peşk avêtina nîvefînalê de hevrikî wiha bûn:
Real Madrid Manchester City
Paris Saint-Germain Barcelona
Arsenal Bayern Munih
Atletico Madrid Borussia Dortmund
Ev nivîs 190142 car hatiye xwendin.