Fînalên Euro Cup û Copa America diyar bûn: Spaniya - Brîtanya û Arjentîn - Kolombiya
Peyama Kurd – Piştî ku Brîtanya di Euro Cup 2024'an de Hollandê 2-1 û Kolombiya jî Ûrûgûayê 1-0 têk bir fînalîstên fînala her dû kûpan jî diyar bûn.
Di maça Brîtanya û Hollandê ya nîve fînalê ku li Dortmunda Almanyayê hate leyztin de, Hollandê di xuleka 7an de bi gola Xavi Simons a ji derveyî qada cezayê avête, 1-0 kete pêş.
Di xuleka 15an de Brîtanya penaltî qezenc kir û Harry Kane penaltiyeke wek guleyê avêt û maç bû 1-1.
Nîveka duyemîn a pêşbirka ku nîvê wê 1-1 bi dawî bû, heta xuleka 90î 1-1 ma. Di xuleka 90î de Ollie Watkins gola ku Brîtanyayê xiste pêş avêt û welatê xwe derxiste fînalê.
Ûrûgûay têk çû
Di maça nîvefînalê ya Copa Americayê de jî Ûrûgûay û Kolombiya hatin hemberî hev.
Di maça ku li Stadyuma Bank of Americayê hate leyztin de Kolombiya, bi gola ku di xuleka 39an de avêt bi ser ket û derkete fînalê.
Kelecana fînalê: Yekşem û Duşem
Di vê havîna 2024an ku ji ber kûpayên du parzemînan di heman demê de hatin organîzekirin de hezkiriyên fûtbolê kelecaneke bêhempa jiyan.
Piştî vê kelecana gelemper, roja yekşem û duşemê wê hezkiriyên fûtbolê bekevin bêhnvedanê.
Maça fînalê ya Euro Cup 2024an roja Yekşemê di navbera Spanya û Brîtanya, ya Copa Amerîkayê jî roja duşemê di navbera Arjentîn û Kolombiyayê de tê leyztin.
Ev nivîs 58369 car hatiye xwendin.