Fînalîstên yekem ên Copa America û Euro Cupê: Arjentîn û Spanya

Fînalîstên yekem ên Copa America û Euro Cupê: Arjentîn û Spanya

PeyamaKurd – Şeva borî hezkiriyên fûtbolê, şeveke bi kelecan jiyan.

Di Copa America û Euro Cupê de fînalîstên yekem diyar bûn.

Di maça Spanya û Fransayê ya nîvefînala Euro Cup 2024an de Fransa, li gel stêrkê xwe yê navdar Kylian Mbappê jî, li ber xwe neda û Spanya bi fûtboleke serkeftî maçê 2-1 qezenc kir û derkete fînalê

Di maça ku nûstêrkê Barcelona yê 16 salî Lamine Yamal, bi goleke bedew skorê diyar kir de parastina Spanyayê rê neda Mbappê.

Maça ku wê fînalîsta duyem a Euro Cup 2024an diyar bike, îşev, di demjimêr 22:00yan de, di navbera Brîtanya û Hollandê den de tê leyztin.

Messi yekem gola xwe ya Copa America 2024an avêt

Di Copa Americayê de jî maça ku fînalîstê yekem diyar kir, di navbera Arjentîn û Kanadayê de hate leyztin.

Di vê maça ku Arjentin bi her awayî hêza xwe nîşan da de Kanada 2-0 têk çû.

Di maçê de Messi, gellek hewlên golê da, lê belÊ tenê yek ji wan bi encam bû û bi vî awayî Messi di vê tûrnûvayê de jî gola xwe avêt.

Maça ku wê fînalîsta duyem a Copa America 2024an diyar bike, îşev di demjimêr 03:00yan de, di navbera Kolombiya û Ûrûgûayê de tê leyztin.

Di 2 rojan de 2 fînal

Piştî maçên Euro Cup û Copa Americay yên ku wê fînalîstên duyem diyar bikin, wê hezkiriyên fûtbolê di 2 rojan de 2 fînalan temaşe bikin.

Maça fînala Euro Cup 2024an, wê êvara yekşema bê, di demjimêr 22:00yan de û ya fînala Copa Americayê jî di demjimêr 03:00ê şeva duşemê bêne leyztin.

Ev nivîs 59257 car hatiye xwendin.