Fransa bi penaltiyan Portekîz têk bir û derbasî nîvfînalê bû

Fransa bi penaltiyan Portekîz têk bir û derbasî nîvfînalê bû

PeyamaKurd – Di EURO 2024 de, Fransa di penaltiyan de Portekîz têk bir û derket nîvfînalê.

Di çaryek fînala Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê ya 2024an de (EURO 2024), Portekîz û Fransa li Stadyuma Volksparkê ya li Hamburga Almanyayê pêşbirkek dijwar kirin.

Serketiyê maça ku dema normal û dema zêde ya wê 0-0 bi dawî bû, bi lêdanên penaltiyan hat diyarkirin.

Fransa di penaltiyan de 5-3 rikberê xwe têk bir û derbasî nîvfînalê bû.

Di nîvfînalê de dijberê wê Spanya ye

Fransa wê di nîvfînalê de bi Spanyayê re were pêşberî hev.

Maç wê 9ê Tîrmehê roja Sêşemê li bajarê Munchen ê Almanyayê were lîstin.

Fransa cara 6emîn di nîvfînalê de ye

Fransa bi rêvebiriya rahêner Didier Deschamps di dîroka tûrnûvayê de cara 6emîn derket qonaxa nîvfînalê.

Fransaya ku berê di EURO 1984 û EURO 2000 de şampiyon bû, di sala 2016an de di fînalê de lîst.

 
Ev nivîs 62525 car hatiye xwendin.