Kylian Mbappe ragihand ku ew ê ji PSGyê veqete
PeyamaKurd – Kylian Mbappe ku yek ji baştirîn lîstikvanê futbolê yê cîhanê ye, bi vîdeoya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir ragihand ku ew ê di dawiya sezonê de ji PSGyê veqete. Tê çaverêkirin ku Mbappe derbasî Real Madrîdê bibe.
Yek ji baştirîn futbolîstên cîhanê Kylian Mbappe bi vîdyoyek ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir ragihand ku ew ê di dawiya sezonê de ji PSGya ku 7 demsalan lê lîstibû veqete.
Mbappe da zanîn ku ew ê roja Yekşemê li Parc des Princes cara dawî li qadê bilîze û got, "Bi gelek salan, şans û rûmeta min hebû ku ez bibim lîstikvanê klûba herî mezin a Fransa, yek ji baştirînên cîhanê. Min qet nedifikirî ku derketina ji Fransa ji Ligue 1 ew qas dijwar be, lê piştî 7 salan ji min re dijwariyek nû hewce bû."
Tê payîn ku ew derbasî Real Madrîdê bibe
Tevî ku Mbappe eşkere nekir ku ew ê biçe kîjan tîmê jî, bi teqez tê dîtin ku ew ê derbasî Real Madrîdê bibe, ku ev demeke dirêj e navê wî tê gotin.
Rojnameger Fabrizio Romano diyar kir ku peymana Real Madrîd û Mbappe ji meha Sibatê û vir ve amade ye, Di Marzio jî diyar kir ku Real Madrîd piştî fînala Lîga Şampiyonan di 1ê Hezîranê de wê transferê ragihîne.
Superstêrka 25 salî ku di hemû pêşbirkan de ji bo PSGyê 306 maç lîst û 255 gol avêt, 14 serketinên kûpayê bi dest xist ku 6 jê şampiyoniya lîgê bûn. Mbappe ku Kûpaya Cîhanê jî bi dest xist, hîna kêfa Lîga Şampiyonan nejiya.
Di nûçeya xwe ya meha Sibatê de, BBC nivîsîbû ku Real Madrîd her sal bi 15 mîlyon euro girêbestek 5 salî pêşkêşî Mbappe kir û 150 mîlyon euro jî wekî pereyê îmzekirinê pêşkêş kir.
Ev nivîs 110174 car hatiye xwendin.