Olîmpiyadên Parîsê bi merasîmeke bi heybet bi dawî bû

Olîmpiyadên Parîsê bi merasîmeke bi heybet bi dawî bû

PeyamaKurd – Stêrkên werzîş, sînema û muzîkê roja Yekşemê li Parîsê di merasîma bidawîbûna 33yemîn Leyztikên Olîmpiyadê yên Parîsê de li hev civiyan.

Di çarçoveya merasîma radestkirina ala olîmpiyadê ya li bajarê Los Angelesê ku wê mazûvaniya Leyztikên Olîmpiyadê yên 2028an bike de, aktêrê navdar ê Amerîkî Tom Cruise ji banê Stade de France daket xwarê û ala olîmpiyadê werdigirt û piştre jî bi motorsîkletekê ji cihê leyztikê derket.

Red Hot Chili Peppers, Billie Eilish, Snoop Dogg û Dr Dre jî dûre ji bo merasîmê bi dawî bikin, li Los Angelesê performansên xwe pêşkêş kirin.

Pêşî, serokê Komîteya Olîmpiyadê ya Navneteweyî (IOC) Thomas Bach li stadyuma Parîsê di derbarê 33yemîn Leyztikên Olîmpiyadê yên Parîsê ku wek “olîmpiyada herî bi kelecan" binav kir, axaftina girtinê kir.

Piştî Leyztikên Olîmpiyadê, Leyztikên Paralîmpîk destpê dikin

Piştî bi dawîbûna 33yemîn Leyztikên Olîmpiyadê yên Parîsê yên 2024an, wê di 28ê Tebaxê de Leyztikên Paralîmpîk ên 2024an destpê bikin û wê heta 8'ê Îlonê li paytexta Fransa Parîsê bidomin.

Di 2028an de wê parêzgeha Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Los Angeles cara sêyemîn mazûvaniya 34emîn Leyztikên Olîmpiyadê bike.

Tom Cruise ala olîmpiyadê gerand

Aktêrê navdar ê Amerîkî Tom Cruise di dema merasîma girtina Leyztikên Olîmpiyadê yên Parîsê de ji banê stadyûma Stade de France daket ser sehnê.

Tom Cruise bi ala olîmpiyadê girt û li merasîmê gerand. Paşê jî bi motosîkletê gerekê kir.