Şampiyona Ewropayê îşev diyar dibe

Şampiyona Ewropayê îşev diyar dibe

PeyamaKurd - Kelecana Kûpa Euro Cup 2024an îşev di demjimêr 22.00an de bi maça di navbera Spanya û Brîtanyayê  bi dawî dibe. Her du tîm wê li Stadyûma Olîmpiyadê ya Berlînê bên hemberî hev.

Brîtanya ku demeke dirêj e serketineke gring bi dest nexistiye, hem leyztikvanan û hem jî tîma teknîk dixwaze şansê xwe ji vê têkçûnê rizgar bike û di dîroka xwe de yekem car bibe şampiyona Ewropayê.

Brîtanî di maça fînalê ya Euro Cup 2020î de li Londonê bi penaltiyan li hember Îtalyayê têk çûbû. Ev maç wê bibe duyemîn fînala li pey hev a Euro Cupê.

Serkeftina dawî ya tîmê di Kûpaya Cîhanê ya 1966an de ku li Îngilîstanê pêk hatibû.

Spanya li pey Kûpa 4an e

Ji aliyê din ve Spanyaya ku di hemû pêşbirkên xwe yên Euro Cup 2024an de bi ser ketibû û hatibû fînalê, dixwaze kupaya xwe ya çaremîn a Şampiyonaya Futbolê ya Ewropayê bi dest bixe.

Spanya heta niha gihiştiye çar fînalên Euro Cupê, di sê fînalan de (1964, 2008 û 2012) kûpayê standiye û tenê di yekê de têk çûye.

Ev fînala 5an e fînalê yi û ger bi ser bikeve, wê bibe xwedî statûya "tîma herî zêde kupa bi dest xistiye" ku niha bi Almanyayê re 3 û 3 ye.

Spanya û Brîtanya heta niha 27 caran hatine hemberî hev. Spanya 10 û Brîtanya jî 13 bi ser ketiye. 4 maç jî bi beramberî qediyane. Brîtanya 45 gol avêtiye û Spanya jî 32.

Ev nivîs 54911 car hatiye xwendin.