Şaredarê berê yê Rezana Amedê yê AK Partiyê hate girtin

Şaredarê berê yê Rezana Amedê yê AK Partiyê hate girtin

PeyamaKurd - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya lêpirsîna bertîlê de Dadgeha Amedê di derbarê Şaredarê berê yê navçeya Rezan ê AK Partiyê Huseyin Beyoglu de biryara girtinê da.

Li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê darizandina Şaredarê berê yê navçeya Rezanê Huseyin Beyoglu, alîkarê wî û karmendekî berdewam kir. Dadgehê biryar da ku Huseyin Beyoglu bê girtin.

Sala borî Beyoglu û 14 kesûkarên xwe hatibûn desteserkirin lê Beyoglu hatibû berdan û pêvajoya darizandinê berdewam dikir û beriya hefteyekê jî dest bi ser mal û milkê wan de hatibû girtin.

Namzedê Şaredariya Navçeya Rezan ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyat Ceylan di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2019an de ji sedî 71ê dengan bi dest xistibû.

Lê Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê bi Biryarnameyeke Di Hikmê Qanûne (KHK) de mazbataya Ceylan nadabûyê û li şûna wî mazbata dabû berbijêrê AK Partiyê Huseyîn Beygolu ku bi rêjeya ji sedî 26 bûbû duyem.

Piştre navê Beyoglu bi wê yekê hatibû rojevê ku şaredariyê bi milyonan lîre kiribû bin deynan.