Seyyahê Îngîlîz Karl Bushby Derya Hazarê bi avjeniya 288 km.yan derbas kir

Seyyahê Îngîlîz Karl Bushby Derya Hazarê bi avjeniya 288 km.yan derbas kir

PeyamaKurd – Seyyahê Îngîlîz yê bi navê Karl Bushby ku dixwaze dinyayê bi peyatî û avjeniyê bigere, di Derya Hazarê de bi avjeniyê ji Kazakistanê çû Azerbeycanê.

Mesafa an ku rêya deryayê ya Hazarê di 32 rojan de û 288 km avjeniyê kir û ji aliyê rayedarên Azerbeycanê de hat pêşwazîkirin. Bushby, dixwaze li temamê dinyayê bi lingan bigere û di sala 1998an de dest bi gera xwe kiriye.

Avjeniya Bushby, ji bajarê Aktau ya Kazakistanê destpêkir, 41 roj berê ket Derya Hazarê û 32 rojên xwe bi avjeniyê derbas kir. Bi Bushby re hevalekî wî û 2 sobeberên profesyonel yên Azerbeycanî hene.