Spanya şampiyona Ewropayê

Spanya şampiyona Ewropayê

PeyamaKurd – Spanya, di maça dijwar a bi Brîtanyayê de bi ser ket û bû şampiyona Euro Cup 2024an.

Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê (Euro Cup 2024) ku di 14ê Pûşperê de bi beşdariya 24 tîman dest pê kir, bi şampiyoniya Spanyayê bi dawî bû.

Tîmên wekî Almanya, Îtalya, Fransa, Belçîka, Portekiz, Swîsre, Tirkiye û Avusturya xatir ji tûrnûvayê xwestin û bala cîhanê veguherî maça fînalê ya di navbera Spanya û Brîtanyayê.

Spanyoliyan, di qonaxa komê de piştî ku di 3 maçên xwe de jî bi ser ketin, di tûra 16an de Gurcistan, di çaryekfînalê de Almanya û di nîvefînalê de jî Fransayê têk birin û derketin fînalê.

Spanya, di maça fînalê ya ku nîveka yekem bê gol bi dawî bû de, di destpêka nîveka duyem, xuleka 47an de, bi gola Nico Williams 1 – 0 bi pêş ket.

Di maça ku bi pestoya Spanyayê dom dikir de Brîtanya, di xuleka 73yan de, di hewleke nişkevî de bi Cole Palmer, di skorbordê de hevsengiyê pêk anî.

Piştî vê golê, Spanyayê, li hemberî îngilîzan pestoya xwe hin zêdetir kir û di xuleka 86an de bi Mikel Oyarzabal skorbordê kir 2 – 1 û maç bi vê encamê bi dawî bû.

Bi vî awayî Spanya piştî 12 salan dîsa bû şampiyna Ewropayê û bi bidestxistina 4 kûpayan, di vê statîstîkê de Almanan li dû xwe hiştin û bûn yekemîn.