Tirkiye di pêşbirka nîvfînalê de li hemberî Îtalyayê 3-0 têk çû

Tirkiye di pêşbirka nîvfînalê de li hemberî Îtalyayê 3-0 têk çû

PeyamaKurd – Di Lîstikên Olîmpiyadê yên Parîsê yên 2024an de Tîma Volîbola Jinan a Tirkiyeyê di pêşbirka nîvfînalê de li hemberî Îtalyayê 3-0 têk çû.

Tîma Volleybolê ya Tirkiyeyê di nîvfînalê ya Parîs 2024an de bi Îtalyayê re hat hemberî hev. Îtalya maç 3-0 qezenc kir.

Tîma Neteweyî ya Voleybolê ya Jinan a Tirkiyeyê ku wek "Sultanên Torê" tê nasîn, roja Sêşemê di pêşbirka çaryek fînalê ya Lîstikên Olîmpiyadê yên Parîs 2024an de li hember Çînê 3-2 têk bir û derket nîvfînalê. Volîbolîstên jin vê êvarê di nîvfînalê de bi Îtalyayê re hatin hemberî hev.

Maça ku li South Paris Arena hat lîstin saet di 21.00 de destpê kir. Îtalya maç 3-0 bi ser ket.

Seta 1emîn: 22-25

Seta 2yemîn: 19-25

Seta 3yemîn: 22-25

Tîma Tirkiyeyê ji bo madalyaya tûncê bistînê û bibe sêyemîn wê dîsa bilîze.

Îtalya di Olîmpiyadên Parîsê de di hemû pêşbirkên xwe de bi ser ket.

Îtalyaya ku di Koma Cyê ya ku Tirkiye jî di nav da bû 3 ji 3yan bi dest xist, şans neda Komara Domînîk, Hollanda û Tirkiyeyê.

Di fînalê de Îtalya bû reqîbê DYAyê.

Tirkiye 10ê Tebaxê roja Şemiyê wê bi Brezîlyayê re ji bo madalyaya tûnc bilîze.